Mimkune Amerîka êrîşî ser Îranê bike

dibêje Îran jî dixwaze di vê hefteyê de êrîşî ser hêzên Amerîkî bike.
کوردستان TV
100%

Rojnameya New Yourk Tames ew yek belav kiriye.

Rojnameya navdar ya Amerîkî New Yourk Tames di raporteke xwe de yaku pişt bi çavkaniyên îstîxbatarî yên Amerîkayê girê dide, belav kiriye ku mimkune Serokê Amerîkayê Donald Trump êrîşî ser çend navendên etomî yên Îranê bike.

Di raporta han de hatiye nivîsandin ku piştî gefên Îranê bo êrîş kirine ser hêzên Amerîkî û herwiha hewldanên Îranê bo zêdetir kirina rêjeya oraniyûma zingînkirî, eger heye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman bi hêzên Amerîkî bike daku êrîşî ser çend navendên etomî yên Îranê bikin.

Çavkaniya han herwiha ew yek jî diyar kiriye ku îstîxbarat di destê Amerîkayê de hene ku behsa vê yekê dikin ku Îran dixwaze di vê hefteyê de êrîşî ser çend armancên Amerîkî bike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.