Di encama êrîşên Îran û Tirkiyeyê de bûne qurbanî.
Li gor amarên berdest tenê di salekê de jiber êrîşên çekdarên Tirkiye û Îranê yên li dijî Kolber û Kasibkarên Kurd li ser sînorên Kurdistanê, bi giştî 328 Kolber û Kasibkarên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku di sala 2020an de di encama êrîşên rast rast yên çekdarên Tirk û Îranî bo ser Kolber û Kasibkarên Kurd li ser sînorên Kurdistanê bi giştî 59 Kolber û Kasibkar hatine kuştin û 179 Kolber û Kasibkarên din jî birîndar bûne û piraniya wan bûyeran li ser sînorên devera Urmiyeyê çê bûne.
Hengawê herwiha belav kiriye ku 5 ji wan Kolber û Kasibkarên Kurd ciwanên taze pêgehêştîne.
Hengawê ew yek jî diyar kiriye ku di sala 2020an de 4 çalakvanên siyasî yên Kurd hatine darvekirin û 149 welatiyên din jî hatine cezakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin