Îran: Emê tole bistînin

merasîmên bîranînê hefteyek berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Îran gefa tole stendina Qasim Silêmanî dike.

Duhê li Tehrana paytexta Îranê çend merasîm bo bîranîna salvegera kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis hatin organîzekirin.

Di wan merasiman de ku rayedarên leşkerî û siyasî yên Îranê amadebûn, çend gotar hatin pêşkêşkirin û rayedarên leşkerî û siyasî yên Îranê gef li Amerîkayê kirin ku vê bi tundî toleya Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis bistînin.

Hate zanîn ku merasîmên bîranîna ew her du kesên han li Tehran û Bexdayê jî bi qasî hefteyekê bidomin.

Yek ji wan rayedarên ku gotar pêşkêş kirin, Serokê civata dadwerî ya Îranê Îbrahîm Reîsî bû û nav hatî daxwaz kir ku toleya wan du kesan were stendin û got: Tole stendineke dijwar li benda Amerîkayê ye.

Weke tê zanîn di destpêka 2020an de balefirên bêpîlot yên Amerîkayê li balefirxaneya Bexdayê êrîşî ser Qasim Silêmanî û Muhendis kirin û ew her du kes kuştin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.