Serokwezîr daxwaz ji aliyên siyasî dike yek deng bin

dibêje lazime em emû berevanî ji pêgeha herêma Kurdistanê bikin.
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta sersala nû peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina sersala nû ya 2021an peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta peyamê ye;

Bi minasebeta sersala nû ya 2021an ya zayînî, pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî welatiyên Kurdistan bi giştî, pêşmergeyên qehreman, malbet û kesûkarên serfiraz yên şehîdan bi taybetî dikim.

Hêvî dikim saleke tîje ji kameranî, aştî, aramî û dawî hatina qirîz û nehametiyan be, li Kurdistan, Îraq û cîhanê de.

Kurdistaniyên hêja

Di demekê de derbasî sala nû dibin ku herêma Kurdistanê û cîhan bi giştî saleke gelek dijwar jiber belav bûna Korona û bandorên dijwar yên abûrî yên Koronayê û neşandina şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê  ji aliyê rayedarên hikûmeta federalî ve li bexdayê, derbas kirin. Di encama wan qirîzan de qirîzeke dijwar ya darayî û bargiraniyeke zêde li ser welatiyên Kurdistanê çê bû.

Niha ku li gel hikûmeta federalî li ser bûdceya 2021an gehêtine rêkeftinê, hêvî dikim rêkeftin weke xwe were cîhbicîhkirin û aliyên siyasî yên Îraqê ji niha û pêde rê nedin ku maf û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê weke karteke zext lêkirina siyasî li dijî xelkê parxorî yê Kurdistanê were bikaranîn.

Em wê yekê dubare dikin ku em bi ti awayî dev ji mafên xwe yên reva û destûrî ber nadin, gelê Kurdistanê xudan dozeke netewî û nîştimaniye û qurbaniyên gelek zêde bo vê yekê jî daye, pêgeha herêma Kurdistanê berhema xwîna hezaran şehîdane, lewre lazime tevahiya me berevanî jê bikin û biparêzin.

Jiber ku keramet û serfiraziya xelkê Kurdistanê girêdayî bi hebûn û bihêz bûna nasnameya netewî û nîştimanî û rêz girtin ji mafên me yên destûriye.

Daxwaz ji tevahiya hêz û aliyên siyasî û xelkê berxwedêr yê Kurdistanê dikim, tevahiya kêşe û cudatiyan bixin aliyekê, berevanî ji xak û pêgeha federalî ya herêma Kurdistanê û destkeftiyan bikin û bi awayeke yekgirtî rûbirûyê tevahiya metirsiyan bibin, û berevanî ji mafên reva û destûrî yên xwe bikin.

Ez bawerim ku bi yek rêzî û yekdengî dikarin tevahiya qirîzan derbas bikin.

Liwir tekez li ser domandina hewlên me yên berdewam bo reform kirinê û baştir kirina rewşa jiyana xelkê herêma Kurdistanê û serwer kirina yasa û dadweriyê, bihêztir kirina aramî û ewlekariyê dikim.

Em bi geşbînî û omîd ve li pêşerojê dimêzînin, bi hêviya ku herêma Kurdistan bikeve nava qonaxeke nû ya geşe kirinê, tîje ji destkeft û awedanî û dûr be ji tevahiya nexweşiyan û her kêşeyeke nexwestî.

Sala nû li tevahiya aliyan pîroz be, Kurdistan jî hertim bihêztir, serfiraztir û awedantir be.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31/12/2020

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.