Amerîka B52 xistiye tevgerê

dibêje ew pêngava han peyameke eşkereye bo her kesekî.
کوردستان TV
100%

Li Rojhilata Navîn hatine bicîhkirin.

Artêşa Amerîkayê belav kiriye ku weke xwe amade kirin bo bersif dana bilez ya her cure êrîşekî, du balefirên şer yên bombeavêj yên B52 li Rojhilata Navîn bicîh kiriye û xistiye tevgerê.

Artêşa Amerîkayê belav kiriye ku ev pêngava han hem bo bersifdana bilez ya her cure êrîşekê ye û him jî bo nîşandana hêza belavkirina bilez ya hêzên hilweşêner yên Amerîkayê ye.

Her li ser vê mijarê Fermandariya hevbeş ya hêzên Amerîkî yaku gerînendetiya hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn dike diyar kiriye ku ew pêngava han peyameke eşkereye bo her kes û aliyek ku bixwazin êrîşî ser hêz anjî berejwendiyên Amerîkayê li deverê de bikin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.