Duhê êrîşî ser pasekî hatiye kirin.
Li gor jêderên nûçeyan duhê bişev li ser rêya Dêra Zorê ya li Sûriyeyê, bi bombeyan êrîşî ser pasek ku tîje ji rêwîngan bûye hatiye kirin.
Di encama êrîşa han de herî kêm 15 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Sûrî, ew pasa han ketiye nava kemîneke komek çekdaran û di encam de pas hatiye teqandin û 15 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin