Teqîn dema gehêştina civata wezîran çê bûye.
Îro piştî nîvroyê teqîneke mezin di nava balefirxaneya navnetewî ya Edena Paytexta Yemenê çê bû.
Li gor jêderên nûçeyan, îro çarşem dema balefira ku endamên civata wezîran têde bûne, gehêştiye balefirxaneya Edenê, teqîneke mezin li balefirgehê çê bûye.
Di encama teqînê de hijmarek kes hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne.
Piştî teqînê li balefirgehê dengê çekan jî hatiye bîhistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin