Terorîstekî DIŞIê hate kuştin

xwestiye di dema ahengên sersalê de teqînan pêk bîne.
کوردستان TV
100%

Dixwest di dema ahengên sersalê de xwe biteqîne.
Îstîxbarata Îraqê belav kiriye ku îro çarşem li Parêzgeha Diyalayê ya li Rojhilatê Îraqê, operasiyonek li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistiye.
Di operasiyona han de terorîstekî DIŞIê yê ku xwestibû di dema organîzekirina ahengên sersal de xwe biteqîne, hatiye kuştin û terorîsteke din jî hatiye girtin.
Ew terorîst li Rojhilatê bajarê Beqûbeyê hatiye kuştin û li ser laşê wî jî piştîneya bombekirî ya amadekirî bo teqînê hebûye.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.