Hijmarên nexweşên Koronayê beruvajî bûn

3 berketiyên Koronayê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Niha hijmara kesên baş dibin ji yên pêketî zêdetire.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê bi giştî 123 kesên din bi Koronayê ketine, ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 67 kese. Herwiha di nava wan 24 seatan de 217 berketiyên Koronayê jî piştî wergirtina çareseriyên nûjdarî baş bûne.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 3 berketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.