Îsmaîl Qaanî: Lazime toleya Silêmanî were stendin

dibêje hêzên Amerîkî di demeke nêz de ji deverê derdikevin.
کوردستان TV
100%

Dibêje bo derçûna hêzên Amerîkî dem bi dawî hatiye.

Fermandarê hêzên qudis yên ser bi spaha pasdaran ya Îranê Îsmaîl Qaanî di gotareke xwe de yaku li parlementoya Îraqê pêşkêş kir ragihand ku gelek nemaye ku hêzên Amerîkî ji deverê derkevin û dema mayîna wan hêzan li deverê bi dawî hatiye.

Qaanî herwiha diyar kiriye ku lazime toleya Fermandarê berê yê hêzên qudis Qasim Silêmanî yê ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin, were stendin.

Nav hatî derbarê Siûdiyeyê de jî gotiye, Siûdiye ewqas girêdayî bi Amerîkayê ye ku di nava rewşeke nebaş de dijî.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.