Koma "Generalê biçûk" ê Tirkiyê (MÎT) di destê QSD`ê de ye

li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin.
کوردستان TV
100%

Hêzên ewlehiyê li navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê komeke sîxuran tevî berpirsê wê "generalê biçûk"  ku agahî didan dewleta Tirk, girt.

Hêzên ewlehiyê kesên ji bo dewleta Tirk kar dikirin, şopandin û di encamê de koma îstixbaratî ya ku ji 28 kesan ku yek jî di nav de jin e pêk dihat, girtin.

Endamên koma îstixbaratê ya ku hêzên ewlehiyê girtin, li xwe mikur hatin ku ew ji bo artêşa Tirk û çeteyên wê dixebitin, agahî ji nuqteyên leşkerî yên li herêmê, navendên rêveberiyê, kesayetên di nava hêzên leşkerî û rêveberiyê de cihê xwe digirin, kom dikirin û dişandin ji artêşa Tirk re.

Her wiha endamên koma îstixbaratê got wan bi piştgiriya îstixbarata dewleta Tirk li Eyn Îsayê gelek teqîn pêk anîne.

Berpirsê komê beriya ku derbasî Sûriyê bibe, li gelek kampên sîxuran ên li hundirê Tirkiyê perwerde dîtiye.

Ajansa me wê ji sibê ve lixwemikurhatinên berpirsê koma ku îstixbarata dewleta Tirk ê bi navê "Generalê  Biçûk" yê berpirsê şaneya îstixbaratê ya ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalak kiriye, biweşîne.

Navên endamên komê wiha ne: Mihemed Casim Hesûn (Ebû Esaf), El-Mutesim Billah Hemîd El-Hebîb, Mihemed Casim Yehya, Ehmed Casim Yehya, Hesen Mihemed Ibo, Salih Hesen Ebdullah, Raşid Hisên Şerîf, Neda Mistefa El-Ibo, Îbrahîm Remezan Xelef, Îmad Hesen Elî yê bi navê (Şengalî) û bi eslê xwe ji Iraqê ye, Ebdulezîz Zêd El-Salim ê bi navê (Doşka), Ebdulezîz Îsa Casim, Elî Şêx Diêbis, Ehmed Elî El-Xidir, Mensûr Xefan ê bi navê (Ebû Dêr), Îbrahîm Mihemed El-Telcî yê bi  navê (Sêf), Ebdil-Muimin Iwês Mûsa, Ziyad Mihemed El-Telcî, Elî Hisên El-Casim, Şehûd Mihemed El-Emûrî, Mihemed Îdan El-Hiwêdanî, Ebdulmecîd Mihemed Şihab, Ebdullah Silêman Silêman, Hisên Mihemed Reşîd, Ebdulrezaq Elî Heman, Xidir Nurdîn Sadiq, Îsa Ebdul Îsa û Xelîl Zahir Mihemed Elî.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.