Li Xaneqînê welatiyekî Kurd hate kuştin

welatiyeke din jî birîndar bûye.
کوردستان TV
100%

Terorîstên DIŞIê êrîş kirine.
Li gor zaniyarên berdest, îro sêşem danê êwarê li gel tarî bûna hewayê, terorîstên DIŞIê ji çar aliyan ve êrîşî ser gundê  Xente ya ser bi Xaneqînê ve kirine.
Di encama êrîşa han de du welatiyên Kurd birîndar bûne, yek ji wan birîndaran ku ji serê xwe ve, gule pêketiye, bo derman kirina bo nexweşxaneyên deverê hatiye veguhastin lê beriya ku bigehêjê nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku şêniyên gundê, bi îmkanên xwe bersifa êrîşa terorîstên DIŞIê dane û ew êrîşa han têk birine.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.