Wezareta tendirostî derbarê amarên Koronayê de daxuyaniyek belav kir.
Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê li Îraqê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de 931 kesên din bi Koronayê ketine, hezar û 511 kesên din jî baş bûne û 11 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Îraqê bi giştî 12 hezar û 791 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin