Jiber hebûna endamên PKKê ew gund nayên awedankirin.
Qayîmiqamê Mêrgesorê ragihand ku hebûna PKKê li deverê zirareke mezin gehandiye gund û şêniyên wan deveran.
Qayîmiqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed ragihand ku jiber hebûna çekdarên PKKê li deverê zêdetir ji 65 gundên deverê nayên awedankirin jiber ku şêniyên wan gundan ditirsin û nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.
Ehmed eşkere kiriye ku jiber hebûna PKKê artêşa Tirkiyeyê bi berdewamî navçeyên sinorî yên deverê bordiman û topbaran dike û ew yek jî bûye sedem ku zirarên mezin ber deverê bikevin û jiber pevçûn û bordimanan şêniyên gundên deverê jî nikarin vegerin ser mal û milkên xwe û gundên xwe awedan nakin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin