Hizbulah gef li Serokwezîrê Îraqê dike

dibêje çawe guhê bizinan dibirên emê guhên wî bibirin.
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev hizbulah gef li Mistefa Kazimî kir.

Duhê bi şev li Bexdayê çekdarên hizbulaha Îraqê gef li Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kirin.

Hizbulah daxwaz ji Mistefa Kazimî kiriye ku nabe ji niha û pêde Mistefa Kazimî sebir û aram bûna eniya berevanî bicerbîne beruvajî rastî encamên gelek dijwar bibe.

Berpirsê ewlekariya çekdarên hizbulahê Ebû Elî Eskerî xetab bi Kazimî gotiye: Bo jê kirina guhê wî niha baştirîn deme weke çawe guhê bizinan tên birîn emê guhên wî bibirin û vê demê jî ne îstîxbarata Amerîka û ne jî ya Îranê nikarin wî biparêzin.

Ew gefên hizbulahê piştî vê yekê tên ku roja înê hêzên antî terorê berpirsekî çekdarên Esayîbî Ehlî Heq ya ser bi heşda şebî binçav kiribûn.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.