7 kesên din jî wendane.
Li gor çapemeniya Îranê, duhê înê, dema şêniyên Tehranê bi mebesta bi ser birina demeke xweş di nava befirê, de serdana Bakûr û Bakûrê Rojhilatê Tehranê kirine, bûyerek qewmiye.
Çapemeniya Îranê belav kiriye ku di bûyera han de aşût bi ser hijmareke zêde xelkê de ketiye û di encama ketina aşûtê de 8 kesan canê xwe ji dest daye û 7 kesên din jî wendane.
Li gor çapemeniya Îranê hewldanên hêzên hawar hatinê bo dîtina kesên wendayî didomin lê heta niha ti encamek nehatiye bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin