Serok Barzanî hêviya bexteweriyê bo Mesîhiyan dixwaze

hêviya rizgariyê bo mirovatî dixwaze.
کوردستان TV
100%

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî wan kir.

Bi minasebeta salvegera ji dayikbûna Hezretê Îsa Mesîh, Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî mesîhiyan kir ku ew jî tekesta vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Bi minasebeta sersala nû ya zayînî û salvegera ji dayikbûna Hezretê Îsa Mesîh silavên xwedê li ser bin, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Mesîhî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, hêviya şadî û bexteweriyê bo wan dixwazim.

Bi vê minasebeta han tekez li ser bihêztir kirina  çanda bihevre jiyana aştiyane û biratî di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de dikim, hêviya vê yekê jî dixwazim ku xuşik û birayên me yên mesîhî tevahiya cejn û boneyên xwe di xweşî, şadî û aramî de derbas bikin.

Hêvî dikim ew minasebeta han destpêkek be bo rizgar bûna mirovatî ji sitem û nexweşiyan, aştî, aramî û pêşkeftin li devera me û cîhanê de zal bibe.

Mesûd Barzanî

24/12/2020

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.