Wezareta navxwe qedexe danî ser serdana çend welatan

ew qedexe jiber cureya nû ya Koronayê hatiye ragihandin.
کوردستان TV
100%

Rê nayê dayîn welatî serdana wan welatan bikin.

Îro wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de ragihandiye ku nabe welatiyên Kurdistanê serdana wan welatan bikin.

Ew welatên ku nabe welatiyên Kurdistanê serdana wan bikin ewin( Brîtanya, Efrîqaya Başûr, Avustiraliya, Danimark , Holenda, Beljîka, Îran û Japon).

Wezaretê eşkere kiriye ku rê nadin welatiyên wan welatan jî bi ti awayî serdana Kurdistanê bikin.

Ew qedexe jiber belav bûna cureya nû ya Koronayê li wan welatan hatiye ragihandin.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.