Agir bi rafîneyeke petrolê ket

sedema bûyerê nayê zanîn.
کوردستان TV
100%

3 kes canê xwe ji dest dane.

Îro danê sibê li navçeya Kewirgusik ya li Hewlêrê, agir bi rafîneyeke petrolê ket.

Li gor zaniyariyên destpêkê di encama bûyera han de 3 karmendên rafîneyê canê xwe ji dest dane û kesekee din jî bi giranî birîndar bûye.

Li gel agir berbûnê, tîmên hawar hatinê gehêştine cîhê bûyerê û karîne piştî 20 deqîqeyan agirê vemirînin.

Heta niha sedema agir berbûnê nehatiye zanîn.

Kewirgusik navçeyeke li Rojavayê Hewlêrê ku têde çend rafîneyên petrol û gazê hene.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.