Îran: Amerîka bo xwe berpirsiyare

dibêje em piştîvaniya êrîş kirine ser balyozxaneyê nakin.
کوردستان TV
100%

Dibêje li hember cezaya her karekî nerast de Amerîka bo xwe berpirsiyare.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, bersifa daxuyaniyên Fermandariya navendî ya hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn da û got: Li hember cezaya her kareke nerast yaku Amerîka bike, Amerîka bo xwe berpirsiyar dibe.

Seîd Xetîbzade herwiha diyar kiriye ku ew têştin ku Amerîkî derheqê Îranê de dibêjin, tenê bo veşartina ew rewşa aloze yaku jiber Trump rastî Amerîkayê hatiye.

Nav hatî herwiha diyar kiriye ku tohmetên ku ji aliyê Amerîkayê ve derheq bi Îranê têne çêkirin, tiştên nû nîne û berê jî Amerîka heman tişt kiriye.

Xetîbzade diyar kiriye ku Îran bi ti awayî piştîvanî li êrîş kirine ser balyozxaneya Amerîka û cîhên dîplomatîkî nake.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.