Amerîka: Îran berpirsiyare

dibêje xiyanetê li Îraqê dikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje xwîna leşkereke Amerîkî were rijandin Îran berpirsiyare.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn, daxuyaniyek derbarê êrîşên çend rojên derbasbûyî yên li Bexdayê daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya han de Fermandariya navendî ya hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn eşkere kiriye ku ev êrîşên ku çend rojên berê li Bexdayê pêk hatine, ji aliyê çekdarên ser bi Îranê ve hatine kirin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku eger xwîna leşkereke Amerîka were rijandin, vê demê Îran berpirsiyare û emê hesabeke dijwar ji Îranê bixwazin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ew Fermandariya han diyar kiriye ku ew hêzên han yên çekdar ser bi Îranê ne û kar bo Îranê dikin û ew jî xiyaneteke mezine li serweriya Îraqê tê kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.