Wezareta derve ya Îraqê biryara Trump mehkûm kir

ew kesên han di sala 2007an de 14 welatiyên medenî kuştibûn.
کوردستان TV
100%

Trump biryara azad kirinê bo 15 kes der kiriye.

Piştî ku duhê Serokê Amerîkayê biryara azad kirinê bo 15 kesên ku piraniya wan leşkerên Amerîkî ne û tawanbar bûn ku di 6ê Îlona 2007an de 16 welatiyên medenî yên Îraqê kuştibûn, der kir, wezareta derve ya Îraqê jî ew biryara han mehkûm û şermezar kir.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku Îraq rixmî ku ew biryara han mehkûm dike hevdem dibêje ku ew biryar li gel pêbendiyên Amerîkayê yên li Îraqê nagonce.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku ew biryara han binpê kirina mafên mirovan û kerameta kesûkarên kuştiyane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.