Îsraîl huşdarî dide Îranê

dibêje artêşa Îsraîlê hertim amadeye.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê bersifeke dijwar bidin.

Serokerkanê artêşa Îsraîlê huşdarî dide Îranê û dibêje eger Îran êrîşî ser me bike vê demê emê bersifeke dijwar bidin Îranê.

Serokerkanê artêşa Îsraîlê Aviv Kohav ragihandiye ku Îran gefa vê yekê dike ku jiber kuştina psporê etomî yê Îranê Muhsên Fexrîzade, vê êrîşî ser Îsraîlê bike û Îran dibêje Fexrîzade ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin.

Aviv Kohav herwiha diyar kiriye ku eger Îran bi her hincetekê êrîşî ser Îsraîlê bike, vê demê artêşa Îsraîlê amadeye û bersifeke gelek dijwar dide Îranê.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.