Sedir daxwaza ragihandina rewşa awarte dike

dibêje lazime tenê artêşa Îraqê were bikaranîn.
کوردستان TV
100%

Dibêje rewş li Bexdayê aloze.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir piştî êrîşên duhê bi şev bo ser navçeya Kesik ya li Bexdayê, ragihand ku lazime li Bexdayê rewşa awarte were ragihandin.

Sedir herwiha daxwaz kiriye ku lazime bo parastina ewlekariya bajar, welatiyan û nunerên dîplomatîkî yên welatên biyanî yên li Îraqê tenê artêşa Îraqê were bikaranîn.

Sedir daxwaz ji parlemen û hikûmeta Îraqê jî kiriye daku li gel Amerîka û balyozxaneya Amerîkayê dest bi diyalogê bikin bo dawî anîn bi destwerdanî kirina Amerîkayê di karûbarên Îraqê de.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.