Şandeke leşkerî ya Îraqê serdana Kurdistanê dike

vê çend odeyên din yên operasiyonên hevbeş werin avakirin.
کوردستان TV
100%

Giftûgo li ser karên odeyên hevbeş tê kirin.

Biryare di nava wan rojên pêşiya me de şandeke leşkerî ya Îraqê bo giftûgo kirin li ser karên odeyên operasiyonên hevbeş yên di navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta federalî de yaku sala derbasbûyî li ser lihev kiribûn, serdana Hewlêrê bike.

Ew şanda han ya leşkerî di serdana xwe de li gel rayedarên wezareta pêşmerge dicive û di civînan de giftûgo li ser kar, çalakî û erkên odeyên operasiyonên hevbeş tê kirin ku li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hatine damezrandin û tên damezrandin.

Weke tê zanîn di çend mehên derbasbûyî de çend odeyên operasiyonên hevbeş di navbera artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge de li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hatibûn damezrandin û biryare çend odeyên din jî werin avakirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.