Li Eyn Îsa di navbera HSD û Tirkiyeyê de şer destpê kir

pevçûn hîn jî didome.
کوردستان TV
100%

Tirkiyeyê dûh hêzeke mezin anî rojhilatê Eyn Îsa û nîva şevê jî komên çekdar ên ser bi Tirkiye ve êrişên mezin anîn ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Li gor jêderên herêmî di navbera çekdarên ser bi Tirkiye ve û HSD de şerekî giran pêk hat. Li gor zaniyariyan Tirkiye û komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve, gundeke deverê dagîr kirine.

Medyaya ser bi HSD diyar kiriye ku, şer berdewam e. balefirên bêfirokevan ên Tirkiye êriş dikin. Herwiha firokeyên şerker jî di nav liv û tevgeran de ne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.