11 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 238 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 141 kese.
Herwiha di heman demê de 11 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 309 berketiyên Koronayê jî baş bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin