172 berketiyên Koronayê baş bûn

hîn jî 12 hezar berketî di bin çavdêriya nûjdarî dene.
کوردستان TV
100%

Di wan demên dawî de hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê dihat tomarkirin.

Birêveberatiya tendirostiya Dihukê belav kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Dihukê bi giştî 172 berketiyên Koronayê piştî cerbandinên dawî der ketiye ku bi temamî baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.

Li gor daxuyaniya han heta niha li Dihukê 19 hezar û 462 berketiyên Koronayê baş bûne û 12 hezar û 561 berketiyên din jî di bin çavdêriya nûjdarî dene.

Di wan mehên dawî de hijmara herî zêde ya berketiyan li Parêzgeha Dihukê dihat tomarkirin lê ew çend roje li vê Parêzgehê jî hijmara berketiyan kêm bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.