Du welatiyên Kurd hatin girtin

bi hinceta hevkarî kirina partiyeke Kurdî hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Şino ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê duşem li bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtlaata Îranê du welatiyên Kurd binçav kirine û bo cîheneke nediyar veguhastine.

Li gor raporta Hengawê, welatiyên girtî navê wan Rehman Yûsifî û Kemal Qoytase, ew her du welatî bi hinceta progaende kirin bo partiyeke Kurdî û hevkarî kirina partiyeke Kurdî ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.