Wezîrê derve yê Îraqê çû Tirkiyeyê

du rojên din Serokwezîrê Îraqê jî diçe Tirkiyeyê.
کوردستان TV
100%

Biryare Serokwezîrê Îraqê jî serdana Tirkiyeyê bike.
Îro sêşem wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên serdana Tirkiyeyê kir û biryare li gel rayedarên Tirkiyeyê bicive.
Ew serdana wezîrê derve yê Îraqê bo Tirkiyeyê di demekê deye ku biryare di nava çend rojên pêşiya me de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî serdana Tirkiyeyê bike.
Li gor çapemeniya Îraqê Fûad Husên bo amadekarî kirin bo serdana Mistefa Kazimî y abo Tirkiyeyê ew serdana han pêk aniye.
Biryare roja 17ê vê mehê yanê roja Pêncşem, Mistefa Kazimî li ser vexwandina Erdogan serdana Enqereyê bike.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.