Tîmeke ser bi Îtlaata Îranê li Tirkiyeyê hate girtin

dibêje ew 11 kesên han kar bo Îtlaata Îranê kirine.
کوردستان TV
100%

Ev tîm ji aliyê MÎT Tirkiyeyê ve hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Tirkiyeyê, şefeqa îro duşem, hêzên MÎT a Tirkiyeyê li Îstenbûlê operasiyonek li dijî tîmeke ser bi Îtlaata Îranê li dar xistiye.

Çapemeniya Tirkiyeyê belav kiriye ku di operasiyona han de 11 kes ku kar bo baronê madeyên hişber yê Îranî yê ku ser bi îtlaata Îranê ye, kar kirine, hatine girtin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê ew kesên han beriya niha jî dijbereke rejîma Îranê bi pilanek ji Swêdê aniye Tirkiyeyê û li Tirkiyeyê kuştiye.

Heta niha Îran li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.