Ji aliyê artêşa Îraqê ve hatine girtin.
Îro li gundê Pilekane ya li bajarokê Sergeran ya li Parêzgeha Kerkûkê, dema hijmareke Rojnamevan dixwestin, hewldanên erebên hawirde yên bo dagîr kirina gunde û zeviyên Kurdan bikin heval û raport, rastî êrîşî artêşa Îraqê hatin.
Li gor zaniyariyên berdest, di encama êrîşa artêşa Îraqê de bo ser Rojnamevanan, hijmareke Rojnamevan ji aliyê artêşa Îraqê ve hatine girtin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.
Weke tê zanîn biryar bû îro komek erebên hawirde êrîşî ser gundê Pilekane bikin û ew gunda han ya Kurdî dagîrbikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin