Li gel wezîrê petrol û darayî dicive.
Biryare îro li Bexdayê şanda Kurdistanî yaku ew çend roje li Bexdayê ye, li gel her du wezîrên petrol û darayî yên Îraqê bicive.
Di civînê de ku biryare nuner û rayedarên kompaniya firotina petrola Îraqê Somo jî tê de beşdar bin, Bexda û Hewlêr giftûgo li ser çawetiya firotina petrola Kurdistanê bi rêya kompaniya Somo were kirin.
Şanda Kurdistanî di rojên derbasbûyî de çend civînên din li gel rayedarên Îraqî lidar xistibû û duhê jî li gel Serokwezîr û Serokê parlementoya Îraqê civiya bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin