Nexdîneya bankaya navendî ya Îraqê jî kêm bûye

jiber kêm bûna dahata petrolê, kêm bûye.
کوردستان TV
100%

Bûye 57 miliyar û 500 miliyon dolar.

Li gor çapemeniya Îraqê di çar mehên yekem yên sala 2020an de jiber qirîzên curbicur bi taybetî qirîza darayî û nebûna dahateke baş li Îraqê, nexdîneya bankaya navendî ya Îraqê kêm bûye.

Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên bankaya navendî ya Îraqê belav kiriye ku nexdîneya yedek ya bankaya navendî ya Îraqê ya ji cureya dirawên biyanî ( dolar) di çar mehên yekem yên sala 2020an de bo 57 miliyar û 500 miliyon dolar kêm bûye.

Rayedar behsa vê yekê kirine ku yek ji sedemên herî serekî ya kêm bûna nexdîneya yedek ya bankaya navendî ya Îraqê kêm bûna dahata petrolê û dabezîran buhayê pterolê ye jiber ku petrol çavkaniya serekî ya dahata Îraqê ye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.