Tirkiye hewl dida Eyn Îsa jî dagîr bike.
Piştî ku Tirkiye û çekdarên ser bi Tirkiyeyê hewl dan daku bajarokê Eyn Îsa û derdorê jî li Rojavayê Kurdistanê dagîr bikin, di navbera HSD, hêzên rejîma Sûriye û Rûsyeyê de rêkeftinek hate îmzekirin.
Di çarçoveya heman rêkeftina han de bo parastina Eyn Isa û derdorê, artêşa Rûsyeyê navendeke leşkerî li Eyn Îsayê ava kir.
Pspor behsa vê yekê dikin ku Tirkiye dixwest bi dagîr kirina Eyn Îsa, kirîdorek heta Tebqayê veke û bi vê rengî Kobanê jî dorpêç bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin