Hijmarek leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin

8 leşkerên din jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Li derdorê Serê Kanî êrîşî leşkerên Tirk hatiye kirin.

Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê belav kir ku îro danê êwarê li derdorê Serê Kanî, bi tirmbîleke bombekirî êrîşî ser hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Tirkiyeyê di êrîşî ser herî kêm 2 leşkerên Tirk hatine kuştin û 8 leşkerên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn beriya çend rojan li Bakûrê Îdlibê jî êrîşî ser hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê hatibûkirin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.