Aliyên şîe lihev nekirin

hewl bo ava kirina eniyeke yekgirtî û hevpar didin.
کوردستان TV
100%

Nikarîn bigehêjin nêrîneke hevpar.

Ew demek bû ku aliyên şîe yên li Bexdayê hewl didan daku xwe bo hilbijartinên pêş yên Îraqê amade bikin.

Aliyên şîe dixwestin hevdem li gel ku eniyeke nû ya yekgirtî bo beşdarî kirin di hilbijartinan de ava bikin, kar bo vê yekê dikirin ku şîe li Îraqê yek deng û yekgirtî be.

Piştî çend civînan, aliyên şîe jiber nakokiyên navbera wan de nikarîn lihev bikin û eniyeke nû ya yekgirtî û hevpar ava bikin.

Weke tê zanîn destpêka vê hefteyê jî Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz kiribû ku aliyên şîe bicivin û eniyeke hevbeş û yekdeng ya şîe ava bikin lê hin şîrovekar jî behsa vê yekê kiribûn ku Sedir bo bihêztir kirina pêgeha xwe ew pêşniyar pêşkêş kiriye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.