Qedexe duhê bi şev destpê kiriye.
Jiber xwepîşandan û aloziyên heyî yên li Parêzgeha Silêmanî û êrîşa hin kes û aliyan bo ser navendên giştî û şewitandin şelandina wan navendan, komîteya ewlekarî ya parêzgeha Silêmanî û Helebceyê biryar da ku qedexeya hatûçûyê bo 24 seatan were ragihandin.
Qedexe duhê bi şev seat 12 destpê kir û vê heta seat 12ê şava çarşemê bidome.
Weke tê zanîn ew çend roje bi hinceta xwepîşandanê, hin kes û alî êrîşî ser navendên part û aliyên siyasî û giştî dikin, wan navendan dişewitînin û dizî ji wan navendan dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin