Reuters: Biden bo wezareta berevanîyê Generalê berê Llyod Austin bijart

berê di nava artêşa Amerîkayê de general bû.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden bo wezîrîya berevanîyê generalê malnişîn Lloyd Austin bijartiye.

Politico ji zarê sê jêderên ew mijara ser Austin şopandine da zanîn ku Biden dixwaze bi Austin sîyasetên xwe yên berevanîyê bimeşîne û wî wek ‘’tercîheke ewle’’ dibîne.

Bo Austin dest bi wezîrîyê bike divê berê ji Kongresê erêkirinê bistîne û dûre jî ji alîyê Civata Senatoran ve were pejirandin.

Li gor qanûnên Amerîka, bo leşkerekî malnişîn bibe wezîr divê di ser veqetîna wî ya ji artêşê re herî kêm heft sal derbaz bibin. Ger dem ji wan heft salan kêmtir be erêkirina Kongresê pêwîst e.

Austin ger were pejirandin ewê li Amerîka bibe wezîrê berevanî yê yekê yê bi eslê xwe ji Afrîqa.

Rojnameya New York Times dîyar kir ku Austin yê 67 salî di nav artêşê de bi hişmendîya xwe ya taktîkî ya dema pevçûnan tê nas kirin.

Wî di navbera salal 2010 û 2011’an de, ku wê demê Biden cîgirê serok bû, fermandarîya hêzên Amerîka yên li Îraqê kiriye.

Serokê berê Barack Obama di sala 2013’an de ew kir serfermandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîka (CENTCOM).

Ji dengê Amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.