Cîhadî 12 welatiyên din yên Kurd revandin

bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
کوردستان TV
100%

Li Efrînê bi ser gundan de girtine û xelk revandine.

Li gor zaniyariyên berdest, beriya du rojan cîhadiyên Sûrî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştîvanî kirin, li Efrînê bi ser çend gundên derdor de girtine.

Navenda mafên mirovan ya Efrînê belav kiriye ku cîhadiyên ku Tirkiye piştîvaniya wan dike, li dijî xelkê sivîl û şêniyên gundên derdorê Efrînê êrîş pêk anîne û herî kêm 12 welatiyên sivîl revandine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Weke tê zanîn ev ne cara yekeme ku ew cîhadî kiriyarên wisa dikin, belku rojane xelkê sivîl direvînin û bo azad kirina wan jî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.