Komîteya ewlekarî ya Silêmanî daxuyaniyek belav kir

duhê êrîşî hin cîhan kiribûn.
کوردستان TV
100%

Dibêje Efserek birîndar bûye.

Komîteya ewlekarî ya parêzgeha Silêmanî derbarê Xwepîşandanên duhê yên li bajarokê Pîremegrûnê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku Xwepîşandan mafeke reva ya her kesekî ye, lê mixabin Xwepîşandana ku li Pîremegrûnê hatiye kirin bêmohlet bûye, kesên beşdar êrîşî ser hêzên polîs û hêzên ewlekarî kirine û di encama êrîşa çekdarî ya wan kesên han de Efserek bi giranî birîndar bûye.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku êrîş kirine ser hêzên ewlekarî, şewitandina navendên aliyên siyasî û zirar gehandin bi cîhên giştî nabin sedem ku Xwepîşander bigehêjin armanc û mafên xwe, beruvajî ew kiriyarên din dibin sedema aloztir kirina rewşê lewre daxwaz ji her kesekî tê kirin ku pêbendî qanûnan be û berevanî ji berejwendiyên giştî bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.