Rewşa Kerkûkê jî tê normal kirin

bo vê yekê gavên baş hatine avêtin.
کوردستان TV
100%

Heta niha pêngavên baş hatine avêtin.

Berpirsê şaxê PDKê yê li Kerkûkê Mihemed Xorşîd ragihand ku bo normal kirina rewşa Kerkûkê danûstandineke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û heta niha di vê warî de jî pêngavên baş hatine avêtin.

Mihemed Xorşîd diyar kir ku ew demêke bo normal kirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hewl dihatin dayîn û niha ew hewldanên han gehêştine asta diyalog û jihev fêmkirinê.

Nav hatî anî ziman ku bo normal kirina rewşa Kerkûkê jî gavên baş hatine avêtin û bo ku her du alî bigehêjin rêkeftinekê bo normal kirina rewşa Kerkûkê gavên baş hatine avêtin.

Weke tê zanîn di demên derbasbûyî de Hewlêr û Bexda li ser normal kirina rewşa Şingalê lihev kiribûn û rêkeftinek jî îmzekiribûn û ev rêkeftina han niha ketiye meriyetê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.