Amerîka amadekarî bo dorpêçên ser Tirkiyeyê dike

proje ji aliyê komîteyên têkildar ve hatiye pejrandin.
کوردستان TV
100%

Proje bûdceya ku têde dorpêçn ser Tirkiyeyê jî hene, hefte derbasbûyî hatibû pejrandin.

Têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê ku jiber hin mijarên girîng û sereke, weke kirîna S400an ji aliyê Tirkiyeyê ve, têk çûbûn, hîn jî alozin.

Amerîka ku sala derbasbûyî nedixwest dorpêç li ser Tirkiyeyê deyine, vê carê xwe bo sepandina dorpêçan li ser Tirkiyeyê amdekiriye.

Proje bûdceya 2021an ya Amerîkayê ji aliyê komîteyên têkildar yên Senato û civata nûneran ya Amerîkayê ve hate pejrandin.

Di projeya han de sepandina dorpêçan li ser Tirkiyeyê haye û tê payîn di rojên pêşiya me de Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ew projeya han îmze bike.

Ji aliyeke din ve siyasetmedarên Amerîkî jî tekez li ser vê yekê dikin ku lazime bilez dorpêç li ser Tirkiyeyê werin sepandin û bi vê awayî bersifa nêzîk bûna Tirkiyeyê li Rûsyeyê were dayîn.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.