Civînên şanda PDKê li Silêmanî destpê kirin

di rojên pêş de civîneke sê alî li Hewlêrê tê lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Beriya çend seatan şanda PDKê gehêştibû Silêmanî.

Îro yekşem şanda PDKê bi mebesta lidar xistina civînan li gel YNK û Goranê serdana Silêmanî kir û ji aliyê Hevserokê YNKê Pavel Talebanî ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê, civîna navbera şanda PDKê û YNKê destpê kir û biryare piştî dawî hatina civînê, şanda PDKê serdana tevgera Goranê jî bike û li gel Goran jî bicive.

Tê payîn piştî wan civînên cuda cuda, di rojên pêş de li Hewlêrê jî civîneke sê alî di navbera PDK, YNK û Goranê de were lidarixstin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.