Hijmara pêketiyan hêdî hêdî kêm dibe

li Dihukê 218 kes bi Koronayê ketine.
کوردستان TV
100%

Di nava 24 seatan de 9 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Wezareta tendirostî ya herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 289 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Dihukê hatiye tomarkirin ku 218 kese.

Herwiha di nava 24 seatên derbasbûyî de 372 kes baş bûne û 9 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.