Li Rûsyeyê 28 hezar kesên din bi Koronayê ketin

îro jî dest bi vaksîne kirina xelkê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Îro dest bi vaksîne kirina xelkê hatiye kirin.

Belav bûna Koronayê li cîhanê berdewame û rojane bi sed hezaran kes bi Koronayê dikevin û bi sedan kesên din jî canê xwe ji dest didin.

Her di vê çarçoveyê de wezareta tendirostî ya Rûsyeyê behsa vê yekê kiriye ku di nava rojekê de li Rûsyeyê bi giştî 28 hezar û 782 kesên din bi Koronayê ketine.

Heta niha li Rûsyeyê bi giştî 2 miliyon û 431 hezar û 731 kes bi Koronayê ketine.

Di nava rojekê de li Rûsyeyê 508 kes canê xwe ji dest dane û bi vê awayî heta niha li Rûsyeyê bi giştî 42 hezar û 684 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Ji aliyeke din ve her îro li Paytexta Rûsyeyê dest bi vaksîne kirina xelkê Rûsyayê bi vaksîna Sputnik-V hatekirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.