Rûsye bi vaksîna xwe welatiyên xwe vaksîne dike

dilxwaziya Pfizerê zêdetire.
کوردستان TV
100%

Nûjdarên Rûsî ew vaksîna han amade kirine.

Li gor çapemeniya Rûsyeyê, îro li vê welatî, li ser fermana Serokê Rûsyeyê, prosesa vaksîne kirina welatiyên Rûsî li dijî Koronayê destpê dike.

Nûjdarên Rûsî, vaksînek li dijî Koronayê bi navê Sputnik-V çê kirine û ew vaksîna han ji aliyê komîteya zanistî ya Rûsî ve hatiye pejrandin.

Piştî pejrandina vakasînê, îro jî li paytexta Rûsyeyê bi fermî dest bi prosesa vaksîne kirina welatiyên Rûsî li dijî Koronayê hate kirin.

Weke tê zanîn li cîhanê çend vaksînên dijî Koronayê hatine amadekirin ku yek ji wan vaksîna Pfizer ya Amerîkiye ku li seraserê cîhanê jî dilxwazên gelek zêde ji xwe re peyda kiriye.

Her îro Behreyin jî ev vaksîna han ya Amerîkî pejrand û hewl bo kirîna vê dide û biryare hikûmeta Îraqê jî heman vaksînê dabîn bike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.