3 terorîstên din yên DIŞIê hatin girtin

hêzên ewlekarî operasiyonên xwe dijî DIŞIê didomînin.
کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe ya Îraqê dibêje li du Parêzgehan hatine girtin.

Wezareta navxwe ya Îraqê belav kir ku di çarçoveya operasiyonên hêzên ewlekarî yên Îraqê de li dijî terorîstên DIŞIê, 3 terorîstên dinyên DIŞIê hatine girtin.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê, hêzên ewlekarî li her du parêzgehên Kerkûk û Selahedînê li dijî terorîstên DIŞIê operasiyoneke din li dar xistine û di encama operasiyona han de 3 terorîstên din yên DIŞIê li Selahedîn û Kerkûkê hatine girtin.

weke tê zanîn li gel dom kirina operasiyonên leşkerî yên dijî DIŞIê, hêzên ewlekarî jî di nava bajar û xelkê sivîl de operasiyonên xwe yên li dijî şaneyên razayî yên DIŞIê didomînin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.