Di demeke nêz de şanda Kurdistanî diçe Bexdayê

vê hikûmet deynê bike.
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran civiya û behsa çend mijaran kir.

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civata wezîran ya Kurdistanê civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê taybetî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 2/12/2020an me bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de me eşkere kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir ji her aliyeke din xemxorê jiyana xelkê Kurdistanê ye û tevahiya hewl û karînên xwe bo dabîn kirina mûçeyan mûçexorên herêma Kurdistanê bitevger kiriye.

Herwiha şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê mafeke reva ya xelkê Kurdistanê ye, bi ti awayî sazîş li ser nakin û li ser giftûgoyan berdewam dibin li gel hikûmeta federalî bo danîn kirina mafên destûrî yên herêmê.

Me herwiha behsa vê yekê jî kir ku di wan rojan de bi berdewamî li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî û civata wezîran ya Îraqê, soz dane ku mijara şandina mûçeyê di çend rojên pêşiya me de çareser bikin, lê eger jiber her sedemekê para herêmê ji aliyê Bexdayê ve nehat şandin anjî hat paşxistin, vê demê hikûmeta herêma Kurdistanê neçar dibe bo têjî kirina kêm anîna mûçeyê deyn bike heta ku para herêmê li Bexdayê tê şandin û pereya ku ji Bexdayê jî tê vê di şûna deynê de were dayîn.

Piştî giftûgo û lihev veguhastina nêrînan bi navê civata wezîran me biryar da daku ji roja pêncşemê ku dike 3/12/2020an dest bi dabeş kirina mûçeyê were kirin li gor dahatên ku li berdestê wezareta darayîne û lazime ji sedî 79ê mûçeya her mûçexorekî were dayîn, herwiha biryar hate dayîn daku di demeke nêz de şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bi mebesta berevanî kirina ji maf û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Di beşeke din ya civînê de projeya venêrîn kirin bo rêkxistina wan risûmatên ku li hember pêşkêşkirina xizmetgozariyan tên wergirtin, ji aliyê Cîgirê Serokwezîr ve pêşkêşî civînê hate kirin û daxwaz kir daku bi mebesta rêkxistina wan risûmatan lez li ser şandina zaniyariyên taybet bi mesref û dahatên wezaretan bo komîteya bilind were kirin.

Di dawiya civînê de ji aliyê wezîra kar û karûbarên civakî ve proje biryara taybet bi dermale di şûna kêm endamî hate pêşkêşkirin û bi piraniya dengan jî hate pejrandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.