Amerîka û Tirkiye hatin hember hev

dibêje Tirkiye li dijî yekparçeyiya NATO ye.
کوردستان TV
100%

Di civîna NATOê de Amerîka rexneyên tund li Tirkiyeyê kir.

Di civîna wezîrên derve yên welatên endam di NATOyê de yaku bi rêya onlîne hatiye lidarixstin, Amerîka û Tirkiye hatin hember hev.

Li gor zaniyariyên berdest, di civîna NATOyê de wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo rexneyên gelek tund li Tirkiyeyê kiriye û ragihandiye ku li Sûriye, Qefqasiya, Lîbya û çend deverên din Tirkiye pirensîbên NATOyê binpê kiriye.

Mike Pempeo herwiha eşkere kiriye ku Tirkiye bi hewldanên xwe û siyasetên xwe îsbat kiriye ku Tirkiye li dijî yekparçeyiya NATOyê ye.

Li hember de jî wezîrê derve yê Tirkiyeyê jiber hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê, rexne li Amerîkayê kiriye.

Weke tê zanîn meha derbasbûyî jî wezîrê derve yê Amerîkayê di dema serdana xwe ya bo Franseyê de daxwaz ji welatên Ewrûpî kiribû daku YE û Amerîka bihevre li dijî Tirkiyeyê bibin xudan helwesteke hevbeş.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.